Kurdistaniyên li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye, bi çalakiyekê qurbaniyên qirkirina li Şengalê bi bîr anîn.
SOHR got, leşkerekî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê yê dagirkiî ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
Serokê Lubnanê Mişel Ewn û serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyan îstîfaya Wezîrê Karên Derve Nasîf Hetî qebûl kir û li şûna wî Şirbil Wehbî wezîfedar kir.
Li taxa Neşwa Xerbî ya bajarê Hesekê di navbera pismanên ji eşîra ''Bû Miêş'' de şer derket. Di encama şer de 3 kes hatin kuştin. Ji 3 kesên ku hatine kuştin 2 bira ne.
Li gorî nûçeya di Rojnews'ê de hatiye parvekirin, balafirek bê mirov ku tê îdiakirin a Îranê ye, gundê Dêgeî ya ser bi bajarokê Simîlan Şaxan a ser bi navçeya Çomanê ya dikeve ser Hewlêrê, bombebar...
Piştî ku nêzî 30 leşkerên hikumeta Sûriyê vê sibehê hatin kuştin û birîndar bûn, hêzên hikumeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, êrişeke dijwar bir ser Cebel Ekrad a bejahiya bakurê Laziqiyê.
HPG'ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî dagirkerên li qada Tepê Dûpişkê çalakiyên sûîqestê hatin kirin û di encamê de herî kêm leşkerek hate cezakirin.
Meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa, Reqa û Minbicê sûcên dewleta Tirk ên hilweşandina goristanên şehîdan li herêmên dagirkirî û li Tirkiyê, şermezar kirin.
WHO’yê hişyarî da ku îhtimal e tu çareyek ji bo têkbirina Koronavîrusê (Covid-19) ku bi milyonan kes li seranserê cîhanê nexweş kirine û bûye sedema bi sed hezaran qurbaniyan, tune be.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî ya Şengalê pêk anîne, şermezar kirin.